Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgehên Îlam û Kerecê; Birêveçûna sizayê darvekirina 20 girtiyên Kurd di du hefteyan de

17 September 2025 15:07

Hengaw; Çarşemî 17ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên xelkê Îlamê yên bi navên Mecîd Silêmanî, Mecîd Husênî û Ehmed Heqî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlam û Qizilhesarê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mecîd Husênî ku 6 sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn.

Ji aliyek dinê ve, roja Yekşemî 14ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina du girtinên din ên Kurd bi navên Ehmed Heqî û Mecîd Silêmanî yê temen 27 salî û her du jî xelkê bajarê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev her du girtiyane berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, ji destpêka meha Îlonê ve (du hefte) herî kêm 20 girtiyên Kurd li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin