Şino; Diyar Gergul û Alan Tabnak, du zarokên 16 salî hatine girtin

18 September 2025 09:30
Hengaw; Pêncşemî 18ê Îlona 2025an
Du zarokên 16 salî yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Diyar Gergul û Alan Tabnak ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 17ê Îlona 2025an, Diyar Gergul û Alan Tabnak, zarokên 16 salî yên xelkê Şinoyê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev her du zarokên Kurd li malên xwe û di encama êrîşa hêzên ewlehî de bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin.
Diyar Gergul û Alan Tabnak, ji zarokên bicihmayî ji xwendinê ne ku piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û ti zanyariyek li ser rewşa ragirtina wan ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî