Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina heft girtiyan li girtîgehên Îsfehan, Qizilhesar, Simnan, Sine û Buyîn Zehra

Hengaw; Pêncşemî 18ê Îlona 2025an
Sizayê darvekirina heft girtiyan ji wan du girtiyên Belûç û du girtiyên Kurd ên bi navên Nedîm Eşrefzade, Ebdulqadir Sergulzayî, Elî Îsmayîlî, Rehman Serlek, Muhsên Yêganê, Sabir Kûşafer û Elî Ewset Ekberî, ku berê bi tohemta "kuştina bi qest" û tohmetên "pêwendîdar bi madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Îsfehan, Qizilhesar, Simnan, Sine û Buyîn Zehra hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Belûç ên bi navên Nedîm Eşrefzade yê 38 salî û xelkê Çabeharê û Ebdulqadir Sergulzayî yê 36 salî û xelkê Zahidanê, li girtîgeha navendî ya Îsfahanê (Destgird) hate cîbicîkirin.
Li gorî malpera Haleweşê, Nedîm Eşrefzade 8 sal berî niha û Ebdulqadir Sergulzayî deh sal berî niha bi tohmetên madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Îsmayîlî yê xelkê Nûravayê û bavê du zarokan, û girtiyekî din ê bi navê Rehman Serlek, ku berê bi tohmetên madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn. Ev her du girtî roja Yekşemî 13ê Îlonê ji bo birêvebiria sizayê darvekirinê bo odeya takekesî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatibûne veguhastin.
Herwiha di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Muhsên Yêganê, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Simnanê hate cîbicîkirin.
Ji aliyekê dinê ve, roja Duşemî 15ê Îlonê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Sabir Kûşafer yê xelkê Kirmaşanê, ku berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Sine hate birêveçûn.
Bi heman awayî, sibêdeha roja Pêncşemî 21ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Elî Ewset Ekberî yê 50 salî û xelkê gundê "Şaxdar" ê ser bi bajarokê Buyîn Zehrayê, li girtîgeha navendî ya Buyîn Zehra li parêzgeha Qezwînê hate cîbicîkirin.
Li gorî Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, ev girtiye heft sal berî niha bi tohmeta kuştina kesekî li ser nakokiyeke milkekê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.