Girtîgeha Urmiyê; Hatem Ozdemir girtiyê Kurd yê xelkê Kurdistana Tirkiyê carek din bi îdamê hate sizadan

20 May 2024 14:16

Hengaw; Duşemî 20ê Gulana 2024an

Hatem Ozdemir, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê parêzgeha Agrî yê Kurdistana Tirkiyê, tevî ku sizayê darvekirina wî ji aliyê Dîwana Bilind ve hate hilweşandin, lê carek din Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ev girtiyê Kurd bi îdamê siza da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di çend rojên borî de Hatem Ozdemîr yê temen 28 salî ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "muharibe" bi darvekirinê hatiye sizadan û sizayê hanê Yekşemî 19ê Gulana 2024an, bi awayekî fermî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ji navbirî re hatiye ragihandin.

Beriya niha sizayê darvekirina Hatem Ozdemîr ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind ve hatibû hilweşandin û ji bo pêdaçûnê bo Dadgeha Şoreş a Urmiyê hatibû şandin.

Hatem Ozdemîr ku 23 meh ji girtina wî derbas dibe ji aliyê Dadgeha Şoreş a Xoyê ve bi tohmeta “bexî û endamtiya PKK” sizayê darvekirinê û 5 sal girtîghê hatibû sizadan ku sizayê navbirî roja Çarşemî 15ê Adara 2022an bi awayekî fermî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ji navbirî re hatibû ragihandin. 

Hatem Ozdemîr roja Çarşemî 9ê Tîrmeha 2019an, di pevçûnekê de ku li navber hêzên Spaha Pasdaran û çend çekdarê PKK li devera Buralan ya girêdayî Makûyê rû dabû, bi awayekî birîndar û di halekê de ku ji hişê xwe çûbû ketibû destê hêzên Spaha Pasdaran.


Di vî warî de zêde bixwînin