Pîranşar; Girtina Reuf Feroxî û Rehîm Rehmanî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve
Hengaw; Pêncşemî 30ê Cotmeha 2025an
Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Reuf Feroxî û Rehîm Rehmanî, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo navendeke binçavkirinê ya vê saziyê li Urmiyê hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 30ê Cotmeha 2025an, Reuf Feroxî yê xelkê gundê "Zengiyavê" yê ser bi bajarê Pîranşarê li encama êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê hate girtin.
Hengaw hatiye agehdarbûn ku, hêzên Wezareta Îtilaatê li dema girtina van welatiyane bi armanca tirsandinê çend dironek bi ser malên wan de bikar anîne û derî û pencereyên mala Reuf Feroxî jî şikandine. Herwisa dest danîne ser hin kelûpelên kesî yên endamên malbata van her du welatiyane.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepadin û çarenivîsa van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.