Serdeşt; Ako Ezîzî û Eyûb Reşî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatine girtin

31 October 2025 18:21

Hengaw; Înê 31ê Cotmeha 2025an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Serdeştê yên bi navên Ako Ezîzî û Eyûb Reşî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Cotmeha 2025an, Ako Ezîzî yê xelkê bajarokê Rebetê yê ser bi bajarê Serdeştê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û van hêzan dest danîne ser hin kelûpelên wî jî.

Êvareya roja Sêşemî 28ê Cotmehê jî, Eyûb Reşî yê temen 31 salî û xelkê gundê “Parastan” ê ser bi bajarê Serdeştê li nav bajarê Serdeştê li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê ku di nav heşt tirombêlan de bûne hate girtin

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev her du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo navendeke binçavkirinê ya Wezareta Îtilaatê li Urmiyê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van her du welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin