Raporek li ser darvekirina Hemîd Babayî li girtîgha navendî ya Sine
            Hengaw; Sêşemî 4ê Mijdara 2025an
Sizayê darverkirina girtiyekî Kurd ê xelkê Sehnê yê bi navê Hemîd Babayî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Ddawerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 28ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hemîd Babayî, xelkê Sehnê yê ser bi Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiye pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.