Veguhastina Xalid Bayizîdî, girtiyê siyasî ji girtîgeha Şinoyê bo nexweşxaneyê ji ber nexweşiya wî ya dil
Hengaw; Pêncşemî 6ê Mijdara 2025an
Xalid Bayizîdî, girtiyê siyasî yê Kurd ji bajarê Şinoyê ku vê dawiyê bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan, tevî piştrastkirina rewşa wî ya tendirustî ji aliyê pizîşkan ve û sizayê wî neyê cîbicîkirin, lê ew hê jî di girtîgehê de ye û ji ber nexweşiya dil bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rewşa wî ya tenduristî nebaş e. Ew di beşa çavedêriya tund de hatiye ragirtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemê 4ê Mijdara 2025an, Xalid Bayizîdî, girtiyê siyasî yê temen 43 salî û xelkê Şinoyê, ji girtîgeha navendî ya vî bajarî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî hê jî nebaş e.
Sizayê girtîgeha Xalid Bayizîdî di demekê de ye ku, li piştrastkirina pizîşkê pispor tekezî kiribû ku şert û mercên girtîgehê ji bo wî li ber nexweşiya dilê metirsiyek micid e li ser jiyana wî.
Ev girtiyê siyasî berê niha ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Şinoyê ve bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatibû sizadan û piştre bo derbaskirina vî sizayê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.
Roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an Xalid Bayizîdî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû azadkirin.