Sizayê darvekirina Qubad Ulfetî û Elî Kerîmî li girtîgehên Îlam û Kirmaşanê hate cîbicîkirin
Hengaw; Pêncşemî 6ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Qubad Ulfetî û Elî Kerîmî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Îlam û Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Qubad Ulfetî li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, Qubad Ulfetî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hevdem û di heman rojê de, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Kerîmî yê xelkê Kirmaşanê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.