Dêwulan; Salek girtîgeh bi ser Mihemed Rizayî de hate sepandin

06 November 2025 10:06

Hengaw; Pêncşemî 6ê Mijdara 2025an

Mihemed Rizayî, çalakvanê medenî û endamê Saziya Xelkî ya "Nûjîn"ê li bajarê Dêwulanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi yek sal girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Rizayî, çalakvanê medenî yê xelkê Dêwulanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "piropagende li dijî hikûmetê" bi yek sal girtîgehê hate sizadan.

Kombûna destpêregihîştin bi dosyeya vî çalakvanî medenî yê Kurd vê dawiyê hate birêveçûn, û roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, biryara dadgehê ji wî re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku, tohmetên li dijî Mihemed Rizayî hatinî sepandin, bi çalakiyên wî yên sivîl û çandî di çarçoveya Saziya Xelkî ya "Nûjîn"ê ve girêdayî bûne.

Mihemed Rizayî roja Şemî 12ê Tîrmeha 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî 55 roj ragirtin li girtîgeha îdareya Îtilaatê ya Sinê, bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin