Bokan; Aram Wefayî ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve hate girtin

26 October 2025 14:36

Hengaw; Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Aram Wefayî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku giahye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 6ê sibêdeha roja Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an, Aram Wefayî yê xelkê gundê "Ebasava" yê ser bi bajarê Bokanê hate girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, Aram Wefayî berî niha ji aliyê îdareya Îtilaata Bokanê ve hatibû gazîkirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin