Urmiye; Ramîn Xalidî Hesenabadî, welatiyê Kurd pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin
Hengaw; Înê 7ê Mijdara 2025an
Ramîn Xalidî Hesenabadî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin. Navbirî ji destpêka îsal ve hatiye girtin û bo girtîgehê hatiye veguhestin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di Cotmeha îsal de Ramîn Xalidî Hesenabadî yê xelkê Urmiyê ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Îslamî ya vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Şahînî bi tohmeta "kombûn û hevkarîkirin bi mebesta encamdana tawanên li dijî ewlehiya navxweyî ya welat" bi pênc sal sizayê girtîgehê hate sizadan.
Ramîn Xalidî Hesenabadî di heyama girtina xwe de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên dijwar ên derûnî û laşî hatibû.
Ev welatiyê Kurd di destpêka îsal de li bajarê Şenoyê hatibû girtin û bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin