Sizayê darvekirina Elî Kerîmî û Elî Astan li girtîgehên navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin
Hengaw; Înê 7ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Elî Kerîmî û Elî Astan, ku berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Kirmaşanê yên bi navên Elî Kerîmî yê 42 sal û bavê du zarokan û Elî Astan ê 25 salî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Elî Kerîmî pênc sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" di şerekî bi kom de li gundê “Ban Rîwend” ê ser bi navçeya Serfîrûzavaya Kirmaşanê hatibû girttin û hertwisa Elî Astan jî salek berî niha bi tohmeta kuştina bi qest a du kesan bi navên Sadiq Atifî û Qurban E`izemî li taxa “Mesken” a Kirmaşanê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.