Sizayê darvekirina Şehab Ebasî, girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin

08 November 2025 08:25

Hengaw; Şemî 8ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Şehab (Şemsedîn) Ebasî, ku berê bi tohmeta "pêwendîdar bi madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 7ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina Şehab Ebasî yê 52 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Kay" yê ser bi Sîlwanaya Urmiyê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiyê Kurd du sal berî niha bi tohmeta "madên hişber" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin