Hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha navendî ya Urmiyê giha bi 2 kesan

08 November 2025 20:06

Hengaw; Şemî 8ê Mijdara 2025an

Bi eşkerebûna nasnameya girtiyekî din ê Kurd bi navê Hawrê Cehan Ara ku sizayê darvekirina wî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye birêveçûn, hejmara girtiyên hatinî darvekirin li vê girtîgehê giha bi 2 kesan. Berî niha nasnameya girtiyekî din ê bi navê Şehab (Şemsedîn) Ebasî hatibû eşkerekirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 7ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina gitiyekî bi navê Hawrê Cehan Ara, xelkê Serdeştê û bavê zarokekê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar navbirî du sal berî niha bi tohmeta "pêwendîdar bi madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hengawê berê nûçeya darvekrina girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Şehab Ebasî yê 52 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Kay" yê ser bi Sîlwanaya Urmiyê, li heman rojê û di vê girtîgehê de belav kiribû. Ev girtiyê Kurd jî du sal berî niha bi tohmeta "madên hişber" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin