Sizayê darvekirina Semîr Beharî û Yarulî Hacîzade li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin
Hengaw; Yekşemî 9ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Semîr Beharî û Yarulî Hacîzade, ku berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 8ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Serpêla Zehawê yê ser bi parêzeha Kirmaşanê yên bi navên Semîr Beharî û Yarulî Hacîzade li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev du welatiyên Kurd berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" di dosyeyek hevpar de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.