Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê

09 November 2025 18:03

Hengaw; Yekşemî 9ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Mihemedriza Bedewî, Riza Mewlayî û Mehdî (nasnavê wî nexuya ye), li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin. Ev girtiyane berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 9ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina Mihemedriza Bedewî yê 47 sal û bavê çar zarokan û xelkê gundê “Kewsî” yê ser bi Naziyê û Riza Mewlayî yê 48 salî û xelkê gundê “Qûlincî” yê ser bi navçeya Enzela Urmiyê û Mehdî (nasnavê wî nexuya ye) yê xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Mihemedriza Bedewî û Riza Mewlayî 6 sal berî niha û Mehdî, girtiyê dinê bi tohmetên pêwendîdar bi "madên hişber" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin