Seqiz; Girtina heft welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve
Hengaw; Yekşemî 9ê Mijdara 2025an
Heft welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Mensûr Sultanî, Mehmûd Amanî, Xelîl Şeibanî, Mehdî Mecîdî, Ferdîn Salihî û Ferzad Rehîmzade, di dawiya hefteya borî de ji aliyê îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, Xelîl Şeibanî, Mehmûd Amanî, Zahid Muradî, Ferzad Rehîmzade, Mehdî Mecîdî, Ferdîn Salihî û Mensûr Sultanî, heft welatiyên xelkê bajarê Seqizê hatin girtin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Ev welatiyên Kurd bi bê heûna ti belgeyeke dadwerî û ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.