Kamêran; Mihemed Deştî, girtiyê siyasî yê berê hate girtin/ hejmara girtiyan di vê dawiyê de giha bi du kesan
Hengaw; Sêşemî 11ê Mijdara 2025an
Mihemed Deştî, welatiyê Kurd ê xelkê Kamêranê û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Bi vî awayî, hejmara girtiyên li Kamêranê di vê dawiyê de gihîşt bi du kesan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Duşemî 10ê Mijdara 2025an, Mihemed Deştî yê 36 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Elik" ê ser bi bajarê Kamêranê hate girtin.
Mihemed Deştî berê ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û sizayê salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin. Navbirî piştî derbaskirina salekê ji girtîgehê hatibû berdan.
Hengaw berê ragihandibû ku, sibêdeha roja Duşemî, Ramîn Mihemedî yê 32 salî û xelkê gundê "Elik" ê ser bi bajarê Kamêranê bi awayekî tundûtîjî hatiye girtin.
Mihemed Deştî û Ramîn Mihemedî piştî binçavkirinê li Kamêranê, ji bo navendeke girtinê ya Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê li Sine hatine veguhastin.