Urmiye; Ferşad Sûrî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin
Hengaw; Sêşemî 11ê Mijdara 2025an
Ferşad Sûrî, welatiyê Kurd ê xelkê Urmiyê, şeş roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata vî bajarî hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, Ferşad Sûrî, welatiyê xelkê gundê "Balaw" yê ser bi bajarê Urmiyê, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata vî bajarî hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, tevî derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî, ev welatiyê Kurd heta niha ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û pêwendîgirtin û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Cewad Sûrî, birayê vî welatiyê Kurd berê di 3ê Cotmeha 2025an de ji aliyê polîsên ewlehî ve hatibû girtin û piştî çar roj ji binçavkirina navbirî bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.