Birêveçûna sizayê darvekirina Sasan Mêhranî li girtîgeha navendî ya Sine
Hengaw; Sêşemî 11ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Sasan Mêhranî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 11ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina Sasan Mêhranî li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.