Sewlava; Girtina Luqman Salihzade û Elî Husênî piştî gazîkirina wan bo îdareya Îtilaatê
Hengaw; Çarşemî 12ê Mijdara 2025an
Du welatiyên Kurd ên xelkê Sewlavayê yên bi navên Luqman Salihzade û Elî Husênî, piştî gazîkirina wan bo îdareya Îtilaatê ya vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 9ê Mijdara 2025an, Luqman Salihzade û Elî Husênî, du welatiyên Kurd ên xelkê gundê "Dêweznav" yê ser bi bajarê Sewlavayê, piştî gazîkirina wan bo îdareya Îtilaatê ya vî bajarî hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyane ji dema girtinê ve heta niha ji mafên xwe yên herî bingehîn wekî pêwendîgirtin bi malbatên xwe re û destpêregihîştin bi parêzer re hatine bêparkirin û lipeyketinên berdewam ên malbatên wan ji bo agehdarbûn ji qedera wan bê encam mane.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.