Girtina çar welatiyên Kurd li Sine û Dîwanderê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

12 November 2025 17:26

Hengaw; Çarşemî 12ê Mijdara 2025an

Sê welatiyên Kurd ên xelkê Sine yên bi navên Ferşîd Mensûrî, Fuad Muradî û Bêhnam Nûrî û herwisa Kawe Ebdî yê xelkê Dîwandere, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 11ê Mijdara 2025an, Ferşîd Mensûrî yê 36 salî û bavê zarokek piçûk û xelkê taxa Ebasava ya Sineyê li mala xwe hate girtin.

Herwiha roja Duşemî 10 Mijdarê, Bêhnam Nûrî yê xelkê gundê "Quliyan" ê ser bi  bajarê Sine, û Kawe Ebdî yê 35 salî û xelkê bajajrê Dîwandere hatin girtin.

Di heman demê de, welatiyekî din ê xelkê Sine yê bi navê Fuad Muradî, ku xîzandar û bavê zarokekê ye, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya malbatî hate girtin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Bêhnam Nûrî, firoşerê çayê di mala xwe de hatiye girtin, û Kawe Ebdî yê endezyar, dema ku ji karê xwe ji Dêwulan - Dîwandere vedigeriya hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin