Birêveçûna sizayê darvekirina Sefa Niyazî li girtîgeha navendî ya Şehrê Kurd
Hengaw; Înê 14ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Sefa Niyazî yê xelkê bajarê Sine, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Şehrê Kurd hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 12ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Sefa Niyazî, xelkê Sine li girtîgeha navendî ya Şehrê Kurd hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiyê Kurd sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.