Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê

15 November 2025 20:13

Hengaw; Şemî 15ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Zabiteldîn (Adil) Cengco Espî Dere, Hacî Nebîzade û Ebdulrehman Hebîbî ku berê bi tohmetên "pêwendîdar bi madên hişber" di dosyeyên cuda de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 14ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Zabiteldîn (Adil) Cengco Espî Dere, xelkê Selamsê, Hacî Nebîzade û Ebdulrehman Hebîbî her du xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Zabiteldîn (Adil) Cengco Espî Dere sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber, Hacî Nebîzade û Ebdulrehman Hebîbî jî berî niha bi heman tohmetê di dosyeyên cuda de hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin