Xoyê; Du birayên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatin kuştin û termên wan hatine revandin

15 November 2025 20:25

Hengaw; Şemî 15ê Mijdara 2025an

Du birayên Kurd ên xelkê bajarê Xoyê yên bi navên Xalis Perwîzî û Yûsif Perwîzî, bi teqeya rasterast a hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 15ê Mijdara 2025an, Xalis Perwîzî yê 30 salî û Yûsif Perwîzî yê 40 salî, her du xîzandar û bavê çend zarokan û xelkê gundê "Qenle" yê ser bi bajarê Xoyê, bi teqeya rasterast a hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar a nêzî malbatên Xalis û Yûsif Parwîzî, ev birayane di tirombêla xwe de li ser sînorê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê dibine armanca teqeya rasterast a hêzên Spahê û li cihê bûyerê canê xwe ji dest didin.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên Spaha Pasdaran termê van her du xortan bi xwe re birine û heta niha termên wan radestî malbata wan nehatiye kirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin