Tehran; Qudretulah Coyar, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê, bi 12 sal girtîgehê hate sizadan

27 October 2025 09:33

Hengaw; Duşemî 27ê Cotmeha 2025an

Qudretulah Coyar, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê û ji fermanberê naçeya serbazî ya Parçînê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 12 sal girtîgehê hate sizadan. Navbirî di şerê Îsraîl-Îranê de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.

Li gorî raporek ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Qudretulah Coyar, welatiyê 33 salî yê xelkê Îlamê û rûniştiyê bajarê Tehranê û ji fermanberên leşkerî, vê dawiyê ji aliyê Taya Sê ya Dadgeha Leşkerî ya Tehranê ve bi tohmetên wekî "sivikatîkirin bi rêber" û "destpêkirina sîxuriyê" bi heft sal girtîgehê û bi tohmetên pêwendîdar bi “madeyên hişber û xwarina madên elkolî" bi pênc sal girtîgehê û bi giştî bi 12 sal girtîgehê hate sizadan.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Qudretulah Coyar niha li navendeke binçavkirinê ya leşkerî li navçeya Hîşmetiye ya Tehranê ye.

Qudretulah Coyar, roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, li mala xwe ya li Tehranê, ji aliyê hêzên ser bi parastina Îtilaatê ya navçeya serbazî ya Parçînê ve bi bê ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û bo navendeke ragirtina ewlehiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de heta niha, ji mafên xwe yên bingehîn wekî pêwendîgirtin bi malbata xwe re, hevdîtin û detpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin