Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgehên navendî yên Kirmaşan û Xuremavayê

16 November 2025 09:52

Hengaw; Yekşemî 16ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Kamiyar Fethî, Secad Hatemî û Yarmurad Hesenwend ku berê bi tohmetên "pêwendîdar bi madên hişber" û “kuştina bi qest”, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên navendî yên Kirmaşan û Xuremavayê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 15ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Kirmaşanê yên bi navên Kamiyar Fethî û Secad Hatemî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate birêveçûn.

Kamiyar Fethî berê bi tohmeta kuştina bi qest û Secad Hatemî jî bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem û her di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî din ê bi navê Yarmurad Hesenwend ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate birêveçûn.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin