Urmiye; Raporek ji girtina Ferzad Geleban ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve

16 November 2025 23:26

Hengaw; Yekşemî 16ê Mijdara 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê Ferzad (Necmedîn) Geleban li encama êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê hate girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 13ê Mijdara 2025an, Ferzad Geleban ê xelkê gundê Kerîmava yê ser bi navçeya Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê û rûniştiyê gundê “Velinda Serê” yê ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin.

Piştî girtina Ferzad Geleban, hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi ser mala wî de girtine û dest danîn ser hin tiştên wî yên kesî.

Ferzad Geleban piştî girtinê ji bo yek ji girtîgehên Wezareta Îtilaatê li Urmiyê hate veguhastin û rewşa wî nexuya ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin