Kuştina Hikûmetî li Tîkabê; Mîlad Keremî, welatiyê xelkê Sine, bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hate kuştin

17 November 2025 18:00

Hengaw; Duşemî 17ê Mijdara 2025an

Mîlad Keremî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine, li rêya çûna nav bajarê Tîkabê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Li gorî wêneyên ketine destê Hengawê, dilê vî welatiyê Kurd rasterast bûye armaca teqeya hêzên hikûmetî.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 12ê nîveroya roja Yekşemî 16ê Mijdara 2025an, Mîlad Keremî yê 39 salî, bavê du zarokan û welatiyê xelkê bajarê Sine, li rêya çûna nav bajarê Tîkabê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên hikûmetî hate kuştin

Li gorî çavkaniyeke agehdar, tirombêla Mîlad Keremî ya cureya Pirayîd ji aliyê hêzên hikûmetî ve bûye armanc û di encamê de ew hatiye kuştin û welatiyekî din ê bi navê Muxtar Guderzî di nav tirmbêlê de hatiye birîndarkirn û piştre hatiye girtin.

Eva di halekê de ye ku, roja Şemî 15ê Mijdara 2025an, du birayên Kurd ên xelkê bajarê Xoye yên bi navên Xalis Perwîzî û Yûsif Perwîzî li ser sînorê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê bûne armanca teqeya rasterast a hêzên Spahê û li cihê bûyerê demildest canê xwe ji dest dan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin