Birêveçûna sizayê darvekirina Peyman Ezîzî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

20 November 2025 12:17

Hengaw; Pêncşemî 20ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Peyman Ezîzî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 19ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Peyman Ezîzî yê 21 salî û xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiyê Kurd sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn a yek ji Besîcên Spaha Pasdaran di dema xizmeta bi zorê ya serbaziyê de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî wê demê serbaz û 19 salî bû.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin