Dîwandere; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa du pizîşkên diranan li girtîgeha Îtilaata Spahê

20 November 2025 15:33

Hengaw; Pêncşemî 20ê Mijdara 2025an

Azad Subhanî û Zaniyar Muradî, du diransazên Kurd ên xelkê Dîwandere, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Dîwanderê hatine girtin û piştî zêdetirî hefteyekê, li navenda binçavkirinê ya vê saziya ewlehiyê li Sine di rewşeke nediyar de têne ragirtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Azad Subhanî û Zaniyar Muradî, ku her du jî xîzandar, diransaz û xelkê bajarê Dîwanderê ne, heyama heşt rojan e li girtîgehê di rewşeke nediyar de ne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Azad Subhanî û Zaniyar Muradî bi "pêwendîgirtin bi yek ji partiyên Kurdî re" hatine tohmetbarkirin.

Ev her du pizîşkên diranan heta niha ji mafên bingehîn ên wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtinên rû bi rû bi malbatên xwe re hatine bêparkirin.

Azad Subhanî û Zaniyar Muradî roja Çarşemî 12ê Mijdara 2025an, li cihê karê xwe li Dîwanderê hatibûne girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin