Seyîd Rehman Husênî û Ehmed Mam Şerîfî du welatiyên xelkê Pîranşarê bi girtîgehê hatine sizadan

21 November 2025 13:48

Hengaw; Înê 21ê Mijdara 2025an

Seyîd Rehman Husênî û Ehmed Mam Şerîfî, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî şeş sal û şeş meh sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin. Ev her du welatî di dema şerê Îsraîl û Îranê de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûe girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 20ê Mijdara 2025an, Seyîd Rehman Husênî û Ehmed Mam Şerîfî, du welatiyên xelkê gundê "Sêlwe" yê girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" li pey hev bi sê sal û şeş meh û sê sal sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin.

Ehmed Mam Şerîfî û Seyîd Rehman Husênî roja Înê 10ê Hezîrana 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî ve di malên xwe de hatibûne girtin.

Her du welatî heta derçûna siza di girtîgehê de bûn û di vê heyamê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtina bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin