Bokan; Fetah Yûsifpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin

28 October 2025 22:14

Hengaw; Sêşemî 28ê Cotmeha 2025an

Fetah Yûsifpûr, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, li encama êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê li ser mala wî ya malbatî bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye b Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 28ê Cotmeha 2025an, Fetah Yûsifpûr yê 56 salî, dikandar û xelkê bajarê Bokanê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata Fetah Yûsifpûr, girtina vî welatiyê Kurd bi êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê bo ser mala wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye cîbicîkirin.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên ewlehî piştî vê ku mala wî bi awayekî berfireh vekolîn kirine û rewşeke tirsandinê çê kirine, dest danîne ser telefona Fetah Yûsifpûr û bi xwe re birine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedemên girtinê, tohmetên ku li dijî wî hatine sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin