Raporek li ser du hevjînên Kurd ên xelkê Bakurê Kurdistanê li girtîgehên Qerçek û Êvînê, ku her yek bi pênc sal girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Çarşemî 29ê Cotmeha 2025an
Du zarokên sê salî yên Rojda Seidûn û Sefiye Torsû, du girtiyên siyasî yên jinên girtî yên Kurd û xelkê Bakurê Kurdistanê, ji dayîkên wan hatine veqetandin û radestî malbatên wan li Tirkiyeyê hatine kirin. Her du girtiyane, digel hevjînên xwe yên bi navên Fesîh Qeretaş û Mezlûm Arlî, li girtîgehên Qereçeka Weramînê û Êvîna Tehranê sizayên bi ser wan de hatî sepandin, diqedînin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, berpirsên girtîgehên Qerçek û Êvînê, piştî gazîkirina Rojda Seidûn û Sefiye Torsû, Mezlûm Arlî û Fesîh Qeretaş, zarokên wan ji dayîkên wan cuda kirine û radestî malbatên wan li Tirkiyeyê kirine.
Ev çar welatiyên Kurd, ku heyamekê jî wekî penaberên siyasî li Herêma Kurdistanê nîştecih bûn, di meha Gulana îsal de ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve, bi serokatiya Dadwer Selewatî, bi tohmeta "endamên Partiya Karkerên Kurdistanê" bi 5 sal girtîgehê hatine sizadan, bi giştî bi 20 sal girtîgehê hatine sizadan.
Rojda Seidûn û Sefiye Torsû, Mezlûm Arlî û Fesîh Qeretaş û zarokên wan yên biçûk, 24ê Tîrmeha 2024an de, dema ku ber bi Ermenistanê ve diçûn, li bajarê Tewrêzê hatin girtin û bo navenda binçavkirinê ya Îtilaata Merîwanê hatine veguhastin û paşê jî bo girtîgeha Sine hatine û li rêkefta 26ê Çileya 2025an jî bo girtîgeha Êvînê hatibûne veguhastin. Ev du jinên siyasî û her du zarokên wan niha li girtîgeha Qereçekê ne.