Li Mehabadê herî kêm sê welatî ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatine girtin

01 December 2025 10:49

Hengaw; Yekşemî 1ê Kanûna 2025an

Herî kêm sê welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê bi navên Hêmin Êwer, Pêşewa Armûn û Seîd Fethînijad, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 30ê Mijdara 2025an, Hêmin Êwer, Pêşewa Armûn û Seîd Fethînijad yên xelkê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, di heman demê de hin welatiyên din jî li Mehabadê hatine girtin ku nasnameya wan ji aliyê Hengawê ve di bin lêkolînê de ye.

Hêmin Êwer, Pêşewa Armûn û Seîd Fethînijad, piştî girtinê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Mehabadê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina van sê welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin