Dîwandere; Silêman Gulî careke din ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin
02 December 2025 19:29
Hengaw: Sêşemî 2ê Kanûna 2025an
Silêman Gulî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Navbirî di sala 2021an de jî hatibû girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 30ê Mijdara 2025an, Silêman Gulî yê 32 salî û xelkê Dîwanderê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku Silêman Gulî di sala 2021an de jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û di 30ê Îlona heman salê de bi barimteya 300 milyon Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Source: Hengawê Kurdî