Mihemed Uslûb û Kamîl Uslûb, du birayên xelkê Pîranşarê bi awayekî tundûtîjî hatine girtin
03 December 2025 19:34
Hengaw; Çarşemî 3ê Kanûna 2025an
Mihemed Uslûb û Kamîl Uslûb, du birayên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Kanûna 2025an, Mihemed Uslûb û Kamîl Uslûb ên xelkê bajarê Pîranşarê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Mihemed Uslûb û Kamil Uslûb li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser malên wan li Pîranşarê û bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtina van her du birayan, tohmetên ku li dijî wan hatinî sapandin û cihê ragirtina wan nexuya ye.
Source: Hengawê Kurdî