Bokan; Salek girtîgeh bi ser Zanko Mihemedî de hate sepandin
Hengaw; Yekşemî 23ê Mijdara 2025an
Zanko Mihemedî (Seyîd Husên Mihemedî), welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve salek girtîgeh bi ser de hate sepandnin. Ew Havîna îsal ji bo demekê hatibû girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Zanko Mihemedî yê xelkê gundê "Alîkend" ê ser bi bajarê Bokanê, bi tohmeta "hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Zanko Mihemedî berê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Bokanê ve, bi serpkatiya dadwer "Welayî" sizayek salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin
Ev welatiyê Kurd roja Înê 1ê Tebaxa 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û 15ê heman mehê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.
Seyîd Husên Mihemedî berê jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.