Şino; Hejmara binçavkirina welatiyên Kurd giha bi 5 kesan

05 December 2025 00:12

Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an

Çar welatiyên din ên Kurd û xelkê Şinoyê bi navên Hesen Şadîxwah, Hêriş Perniya,  û Şoreş Serrûtî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin. Bi vî awayî hejmara kesên binçavkirî li Şinoyê gihişte pênc kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an, Şoreş Serrûtî yê 28 salî û xelkê gundê "Nelîvan" ê ser bi Şinoyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de bi awayekî hovane hate girtin.

Di heman demê de, Hesen Şadîxwah, welatiyê xelkê gundê "Sêngan" ê ser bi Şinoyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Herwiha êvareya roja Çarşemî 3ê Kanûnê, Îsmayîl Seyid Mehmûdiyan ê 45 salî û fermanberê îdareya Navenda Werzêriyê (Cîhadî Kişawerzî), ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li parka “Sahilî” ya vî bajarî û li ber çavên malbata wî, bi bê nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî û bi bikaranîna tundûtîjiyê hate girtin.

Di heman demê de, Hêriş Perniya, welatiyekî din ê xelkê Şinoyê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Hengawê berê ragihandibû ku, êvareya roja Çarşemî 4ê Kanûna 2025an, Şivane Îbrahîmî yê xelkê gundê "Alkavê" yê ser bi Şinoyê, bi tundûtîjiyê hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê sedemên girtin, tometên ku li dijî wan hatinî sepandin û herwiha çarenivîsa van welatiyên Kurd, ti zanyariyeke hûr û rast ber dest nîne û li gorî gotina kesên nêzîkî malbatên wan, ev pênc welatî bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin