Bokan; Çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin
Hengaw; Înê 5ê Kanûna 2025an
Silêman (Mihemed) Îsmayîlî, Diyar Hacîresûlpûr, Diyan Resûlpûr û Ehmed Zireng, welatiyên Kurd ên xelkê Bokanê, di encama êrîşa hêzên hikûmetî de bi awayekî tundûtîjî û çêkirina rewşeke tirsandinê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înî 5ê Kanûna 2025an, Silêman Îsmayîlî yê 60 salî, Diyar Hacîresûlpûr û Diyan Resûlpûr yên xelkê Bokanê û Ehmed Zireng yê xelkê gundê "Gululan" ê ser bi vî bajarî di malên xwe de hatine binçavkirin.
Binçavkirina van çar welatiyan piştî lêdan û kutana wan û destbiserdegirtina kelûpelên wan ên kesî ji wan telefon û pirtûkên wan hatiye encamdan.
Herwiha hêzên hikûmetî êrîşî ser mala Silêman Îsmayîlî ya di nav baxçe de kirine û bi gullereşandinê derî û pencereyên wê şikandine û ew dever vekolîn kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.