Mehabad; Aram Cemşîdûn ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate binçavkirin

06 December 2025 21:05

Hengaw; Şemî 6ê Kanûna 2025an

Aram Cemşîdûn, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê yaa Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 6ê Kanûna 2025an, Aram Cemşîdûn ê xelkê Mehabadê hate binçavkirin.

Binçavkirina Aram Cemşîdûn di mala wî de û bi bê habûna ti belgeyeke dadwerî hatiye encamdan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin