Birêveçûna sizayê darvekirina Yehya Mîrî û Salar Rizayî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

06 December 2025 21:33

Hengaw; Şemî 6ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Yehya Mîrî û Salar Rizayî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 6ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Yehya Mîrî, xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û Salar Rizayî yê 27 salî û xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, her du girtî du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van her du girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin