Girtina Umîd Badî û Keywan Resûlî Azer li bajarên Bokan û Şinoyê

08 December 2025 12:23

Hengaw; Duşemî 8ê Kanûna 2025an

Umîd Badî, welatiyê Kurd û xelkê Bokanê û Keywan Resûlî Azer yê xelkê Şinoyê, di heyama hefteya borî de ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an, Umîd Badî yê 37 salî û bavê keçekê û xelkê gundê Mecbûrava yê ser bi Bokanê hate girtin. Navbirî kamêraman û hostayê çêkirina helîşotan e.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Wezareta Îtilaatê avêtine ser dukana Umîd Badî ya li Elîabada Bokanê, ev welatî binçav kirine û dest danîne ser hemû helîşot û pehbadên mişteriyên wî. Navbirî piştî girtinê ji bo girtîgehekê li Urmiyê hatiye veguhastin.

Herwiha roja Sêşemî 2ê Kanûna 2025an, Keywan Resûlî Azer ê 42 salî, bavê zarokekî û xelkê Şinoyê hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van herdu welatiyan hatinî sepandin, ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin