Girtina du welatiyên din li Bokanê, hejmara kesên ku li Kurdistanê hatine girtin di heyama hefteyekê de giha bi 20 kesan
Hengaw; Duşemî 8ê Kanûna 2025an
Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd ên rojên borî de, du welatiyên din ên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Kawe Kole digel biraziyê xwe yê bi navê Qadir Kole ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 7ê sibêdeha roja Duşemî 8ê Kanûna 2025, Qadir û Kawe Kole, xelkê gundê "Kanî Reş" ê ser bi bajarê Bokanê hatine girtin.
Qadir Kole û Kawe Kole bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî di malên xwe de hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê raporê ji sedemên girtin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama hefteya yekem a Kanûna 2025an de, herî kêm 20 welatiyên Kurd li bajarên Şino, Mehabad, Bokan, Merîwan û Dîwandere ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.