Kamêran: Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî
Hengaw; Duşemî 24ê Mijdara 2025an
Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî, du welatiyên Kurd ên ji Kamêranê û xizmên Pêjman Fatihî, girtiyê siyasî yê Kurd ku du sal berî niha li girtîgeha Qizilhesarê hate darvekirin, du hefte ye ji aliyê Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û heta niha di derbarê rewşa wan de ti zaniyariyek ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 14 roj ji girtina Ramîn Mihemedî yê 32 salî û Mihemed Deştî yê 33 salî û her du jî xelkê gundê “Elik” ê ser bi bajarê Kamêranê, hîn jî ti zaniyariyek derbarê rewşa wan li ber dest nîne û rewşa wan nediyar e.
Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî ji xizmên nêzîk ên Pêjman Fatihî ne. Pêjman Fatihî roja Duşemî 29ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê, digel sê girtiyên din ên siyasî yên Kurd bi navên Muhsên Mezlûm, Wefa Azerbar û Hejîr Feramerzî hatibû darvekirin. Termê van girtiyane ti carî radestî malbatên wan nehatine kirin.
Ramîn Mihemedî berê ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî demekê bi danîna barimteya du milyar Tumanî bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan. Ew demekê li Herêma Kurdistanê endamê Partiya Komelê bû û piştî ku ji partiyê veqetiya, vegeriyabû warê xwe.
Mihemed Deştî jî berê ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û bi salek girtîgehê hatibû sizadan. Ew piştî ku sizayê xwe yê salekê bi dawî anîbû, ji girtîgehê hatibû berdan.
Li gorî çavkaniyên agehdar, tohmetên li dijî Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî hatinî sepandin, "pêwendîgirtin bi yek ji partiyên Kurdî re" hatiye ragihandin.
Van çavkaniyan zêde kirine ku, berpirsên Wezareta Îtilaatê li Sine, bi endamên malbata van her du welatiyan re reftarên wekî bêrêzîkirinê hebûne û gef li wan xwarine.
Ev du welatiyên Kurd sibêdeha Duşemî 10ê Mijdara 2025an, li gundê "Elik" ê ser bi bajarê Kamêranê hatibûne girtin û bo yek ji girtîgehên îdareya Îtilaatê hatibûne veguhastin.
Ramîn Mihmedî û Mihemed Deştî bi awayekî tundûtûjî hatibûne girtin û her du jî ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve rastî lêdan û bêrêzîkirinê hatibûn.