Mehabad; Raporek ji girtina Kazim Azade û Nasir Azerim ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve

09 December 2025 21:46

Hengaw; Sêşemî 9ê Kanûna 2025an

Du welatiyên Kurd û xelkê Mehabadê bi navên Kazim Azade û Nasir Azerim, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li vî bajarî hatin girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 8ê Kanûna 2025an, Kazim Azade û Nasir Azerim yên xelkê navçeya Xelîfan a ser bi Mehabadê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve bi awayekî tundûtîjiyê di malên xwe de hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, girtina van her du welatiyan bêyî nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî pêk hatiye.

Tevî şopandina berdewam a malbatên wan, navendên ewlehiyê heta niha ti bersivek derbarê çarenivîsa van her du welatiyan nedane û gef li malbatên wan xwarine ku dev ji her cure şopandinekê berdin.

Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd ti zanyariyek li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin