Girtina Saman Qurbanî, Mehmûd Xudadadî û Hêmin Rehîmî li bajarên Mehabad û Nexede

10 December 2025 22:56

Hengaw; Çarşemî 10ê Kanûna 2025an

Li berdewamiya pêla girtina welatiyan li bajarên Kurdistanê, Saman Qurbanî yê welatiyê xelkê bajarê Mehabadê û du welatiyên din ji bajarê Nexede, bi navên Mehmûd Xudadadî û Hêman Rehîmî, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Kanûna 2025an, Saman Qurbanî yê 29 salî û xelkê gundê "Yeltemar" ê ser bi bajarê Mehabadê hate girtin. Ev welatiyê Kurd di mala xwe de û bi awayekî tundûtîjî hatiye binçavkirin.

Herwiha roja Yekşemî 7ê Kanûna 2025an, Mehmûd Xudadadî û Hêmin Rehîmî li cihê karê xwe li bazara Nexedê bi awayekî tundûtîjî hatine binçavkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê piştî girtina her du welatiyan, êrîşî ser malên wan kirine û malên wan bi giştî vekolîn kirine.

Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin