Bi girtina sê welatiyên din ên Kurd li Mehabadê, hejmara girtiyan li Kurdistanê di 10 rojên destpêka meha Kanûnê de gihîşt bi 34 kesan
Hengaw; Çarşemî 10ê Kanûna 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê yên bi navên Akam Şêxe Murşe, Îman Mihemedzade û Hejar Mihemedzade Eqdem, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin. Bi vî rengî hejmara girtiyên xelkê Mahabadê giha bi şeş kesan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Kanûna 2025an, Akam Şêx Murşe yê xelkê gundê Qereqişlaq ê ser bi Mehabadê û Hejar Mihemedzade Eqdem û Îman Mihemedzade yên xelkê gundê Xurxure yê ser bi vî bajarî hatine girtin.
Girtina van sê welatiyên Kurd di malên wan de û bi bê ti cure belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên hikûmetî ve pêk hatiye.
Hengawê berê nûçeya girtina Saman Qurbanî yê 29 salî û xelkê gundê Yaltemer ê ser bi Mehabadê, û Kazim Azade û Nasir Azarem yên xelkê bajarokê Xalîfanê yê ser bi vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve belav kiribû.
Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina van şeş welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama 10 rojên destpêka meha Kanûna 2025an de, herî kêm 34 welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku tenê yek ji wan hatiye berdan û 33 kesên dinê herwisa di girtîgehê de ne.