Karzan Behmenî û Ehmed Xudadadî li bajarên Mehabad û Pîranşarê hatine girtin
Hengaw; Pêncşemî 11ê Kanûna 2025an
Du welatiyên Kurd ên bi navên Karzan Behmenî û Ehmed Xudadadî, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Mehabad û Pîranşarê hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Kanûna 2025an, Karzan Behmenî yê xelkê gundê “Xurxure” yê ser bi Mehabadê, di mala xwe de hate girtin.
Berê roja Duşemî 8ê Kanûna 2025an, Ehmad Xudadadî yê xelkê Nexedê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin.
Bi hesabkirina van du haletan û li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama 10 rojên destpêka meha Kanûna 2025an de, herî kêm 36 welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku tenê yek ji wan hatiye berdan.